“Karesata herî xedar û dijwar jî dibe ku di destê wêjekar de bibe lewçetiyeke qirêj…” Adorno Kî Dikare Heta Ku Derê Li Ser Navê Bindestan Behsa Bindestan Bike? Demeke pir dirêj e di wêjeya kurdî de, bi destê hinek derdoran dîrok û bîra berxwedanê di bin siya xemlên mexdûriyetê û belengaziyê ve tê tarîkirin. Em dikarin bibêjin ku vê helwestê ji bo gelek nivîskaran qadeke konforê jî çêkiriye. Mexdûrbûn hem encam hem jî sedema berxwedanê ye, lêbelê di vê diyalektîkê de tenê mexdûrbûneke tazî û bêsitar tê xuyakirin û berxwedan ji nava vê kontekstê tê avêtin. Axaftina li ser navê…