“Ol û felsefe derbarê armanca jiyanê de bersivan dide me. Wêje bersiv nade lê wateyê şirove dike. Ez çiqas xwe bibêjim ez ewqas im. Zindîbûna min ji xwe ji îfadekirina min tê. Bêguman, çîrok dê jiyana me xelas nekin. Lê qe nebe ew ê hişkbûna jiyana me nerm bike…” Peter Bichsel Ji destpêka avakirina dewleta tirk heta îro, gelek rengvedanên tirkîfîkasyonê bandora xwe li ser jiyana me dike. Îro em bi gelek encamên vê pêvajoyê re rûbirû ne. Tirkbûn mîna celebeke bîrdoziyê dixebite û her gav di warê hest û ramanan de tevdigere. Ji bo yên derveyî gerdûna tirk ev…