Keçikek Kiçî ji Çiyayên Botan berjêr dibe deşta Hezexê dest bi payîzokekê dilsoj dike û Nurî Dêrsimî li sînorê Efrînê lê vedigerîne bi wê benda miraza dîtina hestiyên bav û kalê xwe: ‘Konê pêçiyayî daye ser milê min e…’ Çar, di hişê me Kurdan de hejmareke bêyom e û xezebeke giran e… Sînorkêşên xwezayê roja demên salê ji hev qetandin çar demsal rêz kirin, sînorkêşên desthilatdar jî dema welatê me ji hev qetandin çar welatên wêran rêz kirin li ser nexşeyeke lewitî. Demsalek û welatek me winda ye; Demsala Azadî û Welatê Azad… Ew xezeb û bêyomiya çarê carna bû…